Diyarbekir.. Barê tendirustkaran gelek giran e
Li Diyarbekirê ji aliyê Platfroma Tendirustiyê ve li ber Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl a Perwerde û Lêkolînê bi daxuyaniyekê bal hate kêşan bo derfetên tendirustkaran.
K24 – Diyarbekir
Li Diyarbekirê ji aliyê Platfroma Tendirustiyê ve li ber Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl a Perwerde û Lêkolînê bi daxuyaniyekê bal hate kêşan bo derfetên tendirustkaran. Nûnerên tendirustkaran amaje kirin ku her ku diçe rewş û derfet girantir dibin û divê rayedarên dewletê vê yeke bibînin.
Platforma Tendirustiyê Ya Diyarbekir derbarê derfet û pirsgirêkên tendirustkaran ên serdema Pandemiyê de li ve li ber Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl a Perwerde û Lêkolînê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Nûnerên tendirustkaran amaje kirin, her ku diçe barê tendirustkaran giran û dijwartir dibe û her çiqas ew vê rewşê bo rayedarên berpirsiyar re vedibêjin jî çi guherînek çênabe.
Bijişkan amaje kirin, li medyaya civakî li aliyekî çîrokên serkeftinê tên vegotin û li aliyekê jî her roj gelek tendirustkar tûşî vîrûsa Koronayê dibin û dimirin.
Nûneran dan zanîn, derfetên tendirustkaran li gorî pandemiyê nayên dirustkirin û ji barê ku bikaribin hilgirin zêdetir peywir bo tendirustkaran tê dayîn.
Di daxuyaniyê de bal hate kêşan ku divê amûrên xweparastinê û cil û bergên xweparastinê demildest bo hemû tendirustkaran werin dabînkirin û her wiha şert û mercên darayî yên tendirsutkaran jî werin başkirin. Di dawiyê de hişyarî hat dayîn ku tendiruskar neyên parastin civakê jî nayê parastin.