Herîrî: Hefteya bê danûstandinên Hewlêr û Bexdayê dest pê dikin

Serokê Şanda Herêma Kurdistanê bo Waşintonê ragihand; di civînên ligel Serokwezîrê Iraqê de hatiye diyarkirin ku hefteya bê, civînên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê ji bo çareserkirina kêşeyan dest pê dikin

K24 – Waşinton

Serokê Şanda Herêma Kurdistanê bo Waşintonê ragihand; di civînên ligel Serokwezîrê Iraqê de hatiye diyarkirin ku hefteya bê, civînên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê ji bo çareserkirina kêşeyan dest pê dikin.

Fewzî Herîrî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê û Serokê Şanda Herêma Kurdistanê bo Waşintonê di bultena nûçeyan a Kurdistan24ê de naveroka civîna duh ya şanda Herêma Kurdistanê û Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê ya li Waşintonê eşkere kir.

Herîrî diyar kir ku Mistefa Kazimî spasiya şanda Kurdistanê kiriye ji bo amadebûn û piştgiriya di danûstandinên Wezareta Derve ya Amerîkayê de. Herwiha daxwaz kiriye; her du alî li ser lipeyçûna wan biryarên ku di van du rojan de hatine dayîn, berdewam bin.”

Serokwezîrê Iraqê berî ku ji Bexdayê ber bi Waşintonê bi rê bikeve, para budceya Herêma Kurdistanê ya meha Tebaxê dabû, ku mijara budceyê yek ji kêşeyên mezin ên navbera Bexda û Hewlêrê ye.

Fewzî Herîrî eşkere kir: “Mistefa Kazimî got; kêşeyên aborî gelek in û ez soz didim we, hefteya bê em ê dest bi danûstandinên du alî bikin.” Herwiha dibêje: “Birêz Amanc Rehîm jî ligel min bû, ku Endamê Lijneya Danûstandina ligel Bexdayê ye û got gelek girîng e hefteya bê em li Bexdayê amade bin, da ku ji bo çareserkirina kêşeyan em car din dest bi danûstandinan bikin.”

Mistefa Kazimî spasiya serkirdetiya Herêma Kurdistanê kiriye ji bo piştgiriya ku pêşkêşî wan hatiye kirin, da ku bikarin karên Hikûmeta Federalî ya Iraqê birêve bibin.

Civînên şanda Kurdistanê û rayedarên Amerîkayê

Şanda Kurdistanê li Waşintonê çend civînên cuda ligel rayedarên Amerîkayê kirin. Fewzî Herîrî dibêje: “Duh du civîn hebûn û em ligel şanda Herêma Kurdistanê û nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi qasî saetek û 10 xulek, li Koşka Spî ligel şêwirmendên mezin ên Serok Trump civiyan.”

Di civînê de şanda Kurdistanê û rayedarên Amerîkayê behsa rewşa siyasî, aborî û rola Amerîkayê li Herêma Kurdistanê kirine û tekezî li piştgirîkirina Herêma Kurdistanê kirine ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Fewzî Herîrî herwiha eşkere kir: “Dan Brouillette, Wezîrê Enerjî yê Amerîkayê tekez kiriye ku ew ligel Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi awayekî berdewam di peywendiyê de ye û agahdar kiriye ku di demeke nêz de serdana Herêma Kurdistanê dike.”

Herîrî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku gotûbêjên li Amerîkayê gelek erênî bûn û got: “Birastî em gelek kêfxweş bûn bi vê serdan û civînan.”

Fly Erbil Advertisment