Tendirustiya Sûriye: 70 kes bi Koronayê ketin û 2 pêketî jî mirin
Li Sûriyê pêketina 70 kesan bi vîrûsa Koronayê û mirina 2 kesan bi wê vîrûsê hat ragihandin.
K24 – Navenda Nûçeyan: Li Sûriyê pêketina 70 kesan bi vîrûsa Koronayê û mirina 2 kesan bi wê vîrûsê hat ragihandin.
Wezareta Tendirustiyê yê Sûriyê ragihand, 70 kesên din li Şam, Heleb, Laziqiyê, Hema, Humis, Der’a û Tertûsê bi vîrûsa Koronayê ketin.
Wezaretê diyar kir jî, 2 pêketiyên Koronayê li Şam û Helebê canê xwe ji dest dan.
Bi vî awayî, heta niha li Sûriyê hejmara pêketiyên Koronayê gihîştiye 2 hezar û 143 kesan, ji wan 85 kesan canê xwe ji dest dane.
Li gor welatên herêmê, heta niha li Sûriyê hejmarên pêketiyên Koronayê bi awayekî kêm tên ragihandin, lê Wezareta Tendirutiyê duhî pêketina 65 kesan û pêr jî pêketina 81 kesan ragihandibû.