Kalîforniya li ber çavê welatiyên Amerîkayê dişewite
Pênc roj in şewateke mezin li deverên beşa rojavayê eyaleta Kalîforniya ya Amerîkayê derketiye
K24 – Minnesota, Amerîka
Pênc roj in şewateke mezin li deverên beşa rojavayê eyaleta Kalîforniya ya Amerîkayê derketiye.
Li gor raporteke CNNê, ji ber zêdebûna pileya germahiyê ku gihiştiye 55 pile, zêdetirî 20 şewat li Golden State derketine.
Herwiha li gor raporteke Fox News, rayedarên herêmê ragihandine ku heta niha nêzîkî 660 hezar hektar daristan û park şewitîne.
Ji ber şewatên ku derketine, 77 hezar kes malên xwe terk kirine.
Di raporta Fox Newsê de hatiye diyarkirin; ev şewat yek ji şewatên herî mezin ên dîroka Kalîforniyayê ye. Li gor zanyariyên li ber destê hikûmetê, di sala 1932an de jî şewateke bi vî rengî derketiye.
Ji bo tefandina agir 86 tîmên mezin ên agirkuj hatine pêkanîn.
Ji bilî Kalîforniyayê, li Kolaradoyê jî nêzîkî 125 hezar hektar erd şewitiye ku ew jî duyem şewata herî mezin a dîroka Kolaradoyê ye.
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
Î.A