Li Diyarbekirê di 7 mehên îsal de 9 jin hatine kuştin
Mafnas dibêjin: Sedema tundiya li hember jinan, cîbicînekirina yasayan e.
K24 – Diyarbekir: Li gorî raportek ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê ve hatî amadekirin de di 7 mehên îsal de herî kêm 155 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 85 jin jî bişik mirine ku nayê zanîn çawa mirine. Mafnas û siyasetmedar dibêjin yasa û Peymana Stenbolê hemû hûrgiliyan vedibêjin lê sedema sereke cîbicînekirina yasayan e.
Derbarê tundiya hember jinan de ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê ve raportek ji raya giştî re parve kir. Di raportê de bi teybetî destdirêjiya hember jinan, tundiya hember jinan û kuştinan derdikeve pêş. Li gorî raportê di 7 mehên pêşî ên îsal de herî kêm 155 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û hîn jî guman li ser mirina 85 jinan heye.
Parlementera HDPê Ya Diyarbekir Semra Guzel amaje dike ku desthilat bo parastina jinan polîtîkayên bibandor nameşîne û her wiha gelek yasa hene ku derbarê parastinan jinan de ye lê nayên cîbicîkirin.
Parlementera HDPê Semra Guzel ji K24ê re got: “Dema jin serî li dadgehan didin dadger an jî dozger rêbaza sizanedanê bi kar tînin. Dema wisa be jî mêrên ku tundiyê dikin bêhtir tund û tujiyê li hember jinan bi kar tînin. Ev yek jî tund û tujiya hember jinan zêdetir dike.”
Li gorî daneyan li Diyarbekirê di sala 2018ê de 6 jin, di sala 2019an de 9 jin, di 7 mehên pêşî yên îsal de 9 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin ku gelek caran jin hember tundiyê û destdirêjiyê dawî li jiyana xwe tînin. Mafnas û Parêzer Muhammed Ata Yuksel amaje dike ku divê dewlet bi saziyên xwe rêya cîbicîkirina yasayan veke.
Parêzer Muhammed Ata Yuksel dibêje: “Di yasaya jimare 6284 de hemu hurgilî hatine ravekirin ku di yasayê de pirsgirêkek an jî vakahiyek nîne. Lê di warê cîbicîkirina yasayê de pirsgirêk hene. Dezgehên dewletê nikarin van yasayan tatbîq bikin. Divê dezgehên dewletê div î warî de xurttir tevbigerin.”
Li gorî daneyan di sala 2019an de li seranserê Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê herî kêm 474 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin ku ev dane reqema herî zêde ya 10 salên dawîn e. Her wiha bal tê kêşan ku di serdema pandemiyê de tundiya hemberî jinan zêdetir buye û gelek jin jî mafê karkirinê bêpar maye.