Ji encama teqînekê elektirîk li ser Sûriyê hat birîn

Ji encama teqîna xeta gazê li gundewarê Şamê, elektirîk li Sûriyê hat birîn û berpirsên Şamê gûman dikin, teqîn ji encama karekî teroristî be.

K24 – Navenda Nûçeyan: Ji encama teqîna xeta gazê li gundewarê Şamê, elektirîk li Sûriyê hat birîn û berpirsên Şamê gûman dikin, teqîn ji encama karekî teroristî be.

Wezîrê Elektirîkê yê Sûriyê Mihemed Zuhêr Xirbotlî ji medyaya Sûriyê re ragihand, îro berbangê xeta gazê li di navbera navçeya Dimêr û Edra de teqiya û di encamê de gaz ji ser westegehên berhemanîna elektirkê hat birîn û bû sedem ku elektirîk li ser Sûriyê bê birîn.

Xirbotlî diyar kir, ev cara şeşem e xeta gazê li heman navçeyê tê teqandin.

Xirbotlî amaje bi da, Wezareta Elektirîkê kar bi Wezareta Petrolê re dike, ji bo xetê çareser bikin û elektirîkê vegerînin parêzgehên Şam, Humis, Hema û navçeyên beravê. Diyar kir jî, wan karî elektirîkê ji hin dezgehên girîng wek nexweşxaneyan  re vegerînin.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Petrolê yê Sûriyê Elî Xanim ragihand, teqîna xeta gazê ji encama karekî teroristî bûye. Diyar kir jî, hemû tîmên çakkirinê hewl didin bilez xetê çak bikin û elektirîkê berhem bînin.

Diyar kir jî, karîna wê xeta gazê 7 milyon metro sêcar e û gazê ji bo westgehên Dêr Elî, Tişrîn û Nasiriye yên li başûrê Sûriyê dabîn dike, lê ew westgeh niha ji encama teqînê ji kar derketine.