Hawirdekirina firingiyan bo Herêma Kurdistanê hat qedexekirin
Ji bo parastina berhemên cotkarên Herêma Kurdistanê ku niha berhemên wan ên çandiniyê gihiştine, Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê, hawirdekirina firingiyan qedexe kir.

K24 – Hewlêr
Ji bo parastina berhemên cotkarên Herêma Kurdistanê ku niha berhemên wan ên çandiniyê gihiştine, Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê, hawirdekirina firingiyan qedexe kir.
Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand; bi piştgiriya fermana Serokatiya Encûmena Wezîran, ji bo parastina berhemên navxweyî yên Herêma Kurdistanê, biryar hatiye dayîn ku ji 27ê Tebaxê heta demeke nediyar, hawirdekirina firingiyan ji derveyî Herêma Kurdistanê were qedexekirin.
Herwiha Wezareta Çandiniyê eşkere dike; tenê rê li wan berheman tê dayîn ku destûra hawirdekirinê wergirtine û li gor lîsteya îsal bac ji wan tê wergirtin. Weke din tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku "piştî vê daxuyaniyê, destûra nû ya hawirdekirinê, ji kesekî re nayê dayîn".
Î.A