Li Diyarbekirê rewşa Koronayê metirsîdar e

Yek ji bajarên bi belavbûna vîrûsa Koronayê derdikeve pêş Diyarbekir e

K24 – Diyarbekir

Yek ji bajarên bi belavbûna vîrûsa Koronayê derdikeve pêş Diyarbekir e ku tevî hemu bergirî, hişyarî û sizadanan dîsa jî tûşbuyî zêde dibin. Bijişk dibêjin di belavbûnê de berpirsiyariya civakê jî û berpirsiyariya rayedaran jî heye. Li Diyarbekirê di qada tendirustiyê de heta niha 476 tendirustkar tûşî koronayê bûne û 5 tendirustkar jî mirine.

Li Bakurê Kurdistanê  ji 1ê Hezîranê pê de piştî ku bergiriyên Vîrûsa Koronayê hatin sistkirin pêketiyên Koronayê zêde dibin. Heta nûnerên tendisrustkaran gelek caran bang dikin ku rewş hatiye wê astê di nexweşxaneyên bajarên wek Diyarbekir, Batman, Mêrdîn, Riha û Dîlokê de cih nemaye. Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê ya Şaxa Diyarbekir balê dikêşe ku daneyên ku têne parvekirin ne daneyên rastî ne. Hevserokê Sendîkeya Kedkarên Tendirustiyê ya Şaxa Diyarbekir Şiyar Guldîken dibêje di nexweşxaneyên Diyarbekir de 650 tuşbuyî hene û divê pêvajo zelal bimeşe.

Hevserokê Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê ya Şaxa Diyarbekir Şiyar Guldîken ji K24ê re got: "Divê daneyên koronayê bi awayeke zelal gav bi gav, deqe bi deqe, roj bi roj, bajar bi bajar, gund bi gund werin parvekirin. Wê demê jî dê xelk li gorî tabloyê tevbigere û bibêje vay eli gundê me jî heye".

Li Diyarbekirê ji ber serîlêdanên zêde bo testên koronayê xaleke din a testê hat vekirin û niha rojane 2 hezar û 500 test tên kirin. Ev yek wek nîşaneya belavbuna zêde ya vîrusa koronayê tê dîtin ku bijişk dibêjin divê nêrînek wisa peyda nebe ku xelk bibêje bergirî sistbûne metirsî jî kêm bûye. Sekreterê Jura Bijişkên Diyarbekir Bijişk Mûstafa Mesût Kaya dibêje sedem belavbunê ya sereke sistkirin e.

Sekereterê Jura Bijişkên Diyarbekir Mustafa Mesut Kaya dibêje: "Ji 1ê Hezîranê pê de xelkê wisa bawer kir ku Vîrusa Koronayê nema ye. Xelk gelek rihet tevgeriya. Ev rêbaz rêbazeke xelet bû. Niha nexweşxane tije bûne. %70 yên serdanên beşên lezgîn ji ber koronayê ne. Rojane ji 500î zêdetir tuşbuyî çêdibin. Tuşbuyîyên giştî yên Diyarbekir ji 1000î gelek zêdetir in. Rêbaza fîlyasyonê baş nayê kirin."

Li Bakurê Kurdistanê rewşa tendirustkaran jî di asteke metirsîdar de tê pênasekirin. Nunerên tendirustkaran didin zanîn ku ji destpêkê ve li Diyarbekir tenê 476 tendirustkar tuşî vîrusa koronayê bûne ku 121 jê bijişk in, 5 tendirustkaran jî jiyana xwe ji dest dane.