DAIŞê li Xaneqînê du birayên Kurd kuştin

Çar şofêrên wesayîtên barhilgir ku du ji wan birayên hev in û Kurd in, derengê şevê din ketin kemîneke DAIŞê û hatin kuştin.

K24 – Germiyan

Çar şofêrên wesayîtên barhilgir ku du ji wan birayên hev in û Kurd in, derengê şevê din ketin kemîneke DAIŞê û hatin kuştin.

Rûdan li gundê Dekke yê ser bi navçeya Xaneqînê, li nêzîkî binkeyeke serbazî ya hêzên Iraqê qewimî.

Vê sibê 27ê Tebaxa 2020an, hêzên ewlehiyê termên her çar welatiyan ji cihê kemînê wergirtin.

Cimhûr Rostem, Cîgirê Lîwaya Sê ya Hêzên Peyade yên Pêşmerge ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ew şofêr di nav du wesayîtên barhilgir de bûn û ketine kemîna çekdarên DAIŞê. Piştî ku hatine kuştin, wesayîtên wan jî hatine şewitandin.”

Navên du birayên Kurd, Saman û Luqman Dawid e û her du jî xwedî çar zarokan in.

Her du barhilgir jî barê mirîşk di wesayîtên wan de bû û ji Germiyanê ber bi Diyaleyê ve diçûn.

 

Î.A