Amerîka daxwazekê ji Rûsyayê dike
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji Rûsyayê daxwaz dike; bi hev re xwe ji pevçûnên hev ên li Sûriyê dûr bixin
K24 – Hewlêr
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji Rûsyayê daxwaz dike; bi hev re xwe ji pevçûnên hev ên li Sûriyê dûr bixin. Ev jî piştî wê yekê ye ku çend roj berê li rojavayê Kurdistanê di navbera serbazên Amerîkî û Rûsî de alozî çêbûbû.
Jonathan Hoffman, Berdevkê Pentagonê bi daxuyaniyekê ragihand: “Me hişyarî daye Rûsyayê û me ew agahdar kiriye ji reftarên wan ên metirsîdar û nelicih.”
Hoffman diyar kir: “Em pêşbînî dikin her du alî dê vegerin rêkarên destnîşankirî bi mebesta xwejêdûrxistina pevçûnên navbera karwanên me û parastina mafên xwe dema karwanên me tûşî metirsiyê bibin.”
Amerîka, hêzên Rûsyayê bi "acizkerî" tohmetbar dike û di wê baweriyê de ye ku serbazên hêzên Amerîkayê li Sûriyê ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatine acizkirin.
Li hember wê, Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê tohmetên Pentagonê red kir û ragihand; hêzên wan pabendî wan rêkarên xweparêziyê ne, da ku xwe ji derketina pêşiya karwanên Amerîkayê biparêzin.
Î.A