Yekîtiya Ewropayê hişyarî da Tirkiyê

Serokê Dîplomasiya Yekîtiya Ewropayê ragihand; Yekîtiya Ewropayê hejmarek siza li dijî Tirkiyê amade dike

K24 – Hewlêr

Serokê Dîplomasiya Yekîtiya Ewropayê ragihand; Yekîtiya Ewropayê hejmarek siza li dijî Tirkiyê amade dike.

Tê çaverêkirin ku di lûtkeya dahatû ya Yekîtiya Ewropayê de ev sizadan were gotûbêjkirin, ku biryar e di 24ê meha Îlonê de were lidarxistin. Ev jî weke bersivek bo milmilaniya navbera Yewnanistan û Tirkiyê ya li rojhilatê Deryaya Spî.

Josep Borrell, Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê eşkere kir; dibe ku siza hejmarek berpirs, an keştî, yan jî bikaranîna benderên Ewropayê li xwe bigre.

Borrell diyar kir: “Yekîtiya me bi hûrgilî hemû wan çalakiyan dixwîne, ku em wan li rojhilatê Deryaya Spî neyasayî dibînin.”

Piştî ku Tirkiye bi mebesta lêgerîna çavkaniyên sirûştî keştiyek şande deverên nakokî li ser ên rojhilatê Deryaya Spî, aloziyên navbera Tirkiye û Yewnanistanê zêdetir bûn û Atîna vê pêngava Enqerê weke neyasayî bi nav dike.

 

Î.A