100 çekdarên rêjîmê li beyabana Sûriyê kuştî û winda ne

Di êrîşên çekdarên DAIŞê de, di hefteyekê de 100 serbazên artêşa Sûriyê û çekdarên milîşyayên ser bi wê ve hatine kuştin û windakirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di êrîşên çekdarên DAIŞê de, di hefteyekê de 100 serbazên artêşa Sûriyê û çekdarên milîşyayên ser bi wê ve hatine kuştin û windakirin.

Rewanegha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, tevî lêdanên hêzên Rûsî û piştevaniya wê ji operasyonên rêjîma Sûriyê re, lê heta niha tevgera çekdarên DAIŞê li beyabana Sûriyê berdewam e û êrîşî hêzên rêjîmê û mîlîşyayên ser bi wê ve dike.

Li gor zanayariyên Rewangehê, di hefteyekê de 48 serbazên Sûriyê û çekdarên mîlîşyayan ve di êrîşên DAIŞê de hatine kuştin û zêdetir ji 5 kesî jî winda ne û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Diyar kir jî, di operasyonên hêzên rêjîma Sûriyê û bombebarana firokeyên Rûsî de, 22 çekdarên DAIŞê li beyabana Sûriyê hatine kuştin.

Berî çend rojan, Berpirsê Beşa Rûbirûbûna terorê li Netewên Yekgirtî Vladimir Voronkov  di raportekê de aşkere kiribû, niha zêdetir ji 10 hezar çekdarên DAIŞê li Sûriye û Iraqê çalak in û îsal êrîşên wan zêde bûne.

 

S. B