Parêzgeriya Diyarbekirê rêkarên “Koronayê” tundtir dike
Li gorî biryarên nû dê ji bo her dawetekê 2 ewlekar werin peywirdarkirin, dê navê dikanên ku pabendî biryaran nabin ji raya giştî re werin ragihandin, dikanên pabend bin jî dê werin xelatkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzgeriya Diyarbekirê ji bo ku pêşî li belavbûna vîrûsa Koronayê bigire, dê pişkinînan zêdetir û tundtir bike. Li gorî biryarên nû dê ji bo her dawetekê 2 ewlekar werin peywirdarkirin, dê navê dikanên ku pabendî biryaran nabin ji raya giştî re werin ragihandin, dikanên pabend bin jî dê werin xelatkirin.
Li Diyarbekirê tevî hemû rêkar û pişkinînan belavbûna vîrûsa Koronayê di asteke metrsîdar de berdewam e.Ji ber vê rewşê jî rayêdarên bajêr bo çareseriyekê di lêgerînê de ne.
Parêzgarê Diyarbekir li gel gerînendeyên tendirustiyê yên navçeyan civînek li dira xist û rêbazên pêşîlêgirtina belavbuna vîrusa koronayê gotubêj kir.
Karaloglu ji rayedarên navçeyan xwast ku ekîbên fîlyasyonê bi awayeke rêkûpêk nexweşan bişopînin û daneyan jî wek raportekê her roj amade bikin.
Di civînê de biryar hate standin ku bo her dawetekê 2 ewlekar bo pişkinîn û çavdêriyê werin peywirdarkirin, bo taziyan jî dê di nava tîmên pişkinînê de mela jî cih bigirin.
Biryarek balkêş jî ew bû ku dikanên ne pabendî bergiriyên vîrûsa Koronayê bin dê ji raya giştî re navê wan were ragihandin.
Dikanên pabendî bergiriyên vîrûsa koronayê bin jî dê ji aliyê parêzgeriyê ve werin xelatkirin û ji bo raya giştî jî werin pêşniyarkirin.