Li Sûriyê pêketina 75 kesan bi Koronayê hat ragihandin
Li Sûriyê pêketina 75 kesan bi vîrûsa Koronayê û mirina 3 kesan bi wê vîrûsê hat ragihandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Sûriyê pêketina 75 kesan bi vîrûsa Koronayê û mirina 3 kesan bi wê vîrûsê hat ragihandin.
Wezareta Tendirustiyê yê Sûriyê ragihand, 75 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin. Haletên hatine tomarkirin, 20 li Şam, 20 Heleb, 20 Laziqiye, 6 li Quneytere, 4 li Hums, 3 Gundewarê Şamê û 2 li Hemayê ne.
Wezaretê diyar kir jî, 3 pêketiyên Koronayê li Şam û Helebê canê xwe ji dest dan.
Bi vî awayî, heta niha li Sûriyê hejmara pêketiyên Koronayê gihîştiye 2 hezar û 703 kesan, ji wan 109 kesan canê xwe ji dest dane.
Li gor welatên herêmê, heta niha li Sûriyê hejmarên pêketiyên Koronayê bi awayekî kêm tên ragihandin, lê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan dibêje, desthilatên rêjîma Sûriyê amarên rastî ranagihînin.
S. B