Hêzên Rûsî û Tirkî rahênanên serbazî li Idlibê kirin
Wezareta Bervaniyê ya Rûsyayê ragihand, hêzên wan û hêzên Tirkiyê bo cara yekem rahênanên serbazî yên hevbeş li bakurê rojavayê Sûriyê kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Bervaniyê ya Rûsyayê ragihand, hêzên wan û hêzên Tirkiyê bo cara yekem rahênanên serbazî yên hevbeş li bakurê rojavayê Sûriyê kirin.
Rêvebirê Navenda Himêmîm ya Lihevhatinê li Sûriyê General Alexander Greenkiewicz ragihand, yekîneyên Polîsa Serbazî ya Rûsî û hêzên Tirkî li gundê Tirnbê yê Idlibê rahênanên serbazî yên hevbeş kirin.
Got jî: Rahênan li ser armanckirina grûpên çekdar ên têkder yên lihevhatinê red dikin, kişandina kelûpelên serbazî yên têkçûyî û pêşkirina alîkariyên bijîşkî ji birîndaran hatin kirin.
General Alexander Greenkiewicz da zanîn, ew rahênan bi armanca parastina gerên çavdêriyê yên hevbeş ên Rûsî – Tirkî li ser riya M4 li Idlibê hatin kirin.
Pêştir çendîn caran gerên çavdêriyê yên hevbeş ên Rûsî – Tirkî li ser riya M4 rastî êrîşan hatin û bû sedema birîndarbûna hejmarek serbazên Rûsî û Tirkî.
S. B