Du gorên bikomî li Reqayê hatin dîtin
Tîmên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) du gorên bikomî dîtin, ku termên hejmarek serbazên Lîwaya 93 ya Sûriyê têde hatine veşartin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Tîmên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) du gorên bikomî dîtin, ku termên hejmarek serbazên Lîwaya 93 ya Sûriyê têde hatine veşartin.
Gorên bikomî li gundê Ferhaniye ya ser bi bajarokê Eyn Îsa yê li parêzgeha Reqayê ne. Piştî ku xelkê wê deverê bi hebûna gorên bikomî rayedarên asayîşa navxwe ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) agahdar kiribûn, tîmên HSDê li wan deveran dest bi lêgerînan kirin.
Medyaya ser bi Rêveberiya Xweser li ser vê mijarê ragihandiye; duh sêşemê 1ê Îlona 2020an, 14 rufatên serbazên Lîwaya 93 ya Sûriyê ji nav goreke bikomî hatin derxistin, derxistina rufatên li nav gora din a bikomî jî, ji bo îro hat paşxistin.
Malpera Hawar belav kiriye: “Hemû wan serbazan, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin û bi şev ji aliyê xelkê gund ve li nav wê gora bikomî hatine veşartin.”
Li nav wê gora duyem a bikomî, li gor gotinên xelkê wî gundî, nêzîkî 40 endamên lîwayê hene.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) duh 14 rufat radestî hikûmeta Sûriyê kirine ku ji wê gora bikomî hatibûn derxistin.
Bi van her du gorên bikomî, hejmara gorên ku rufatên serbazên Lîwaya 93 têne dîtin, bûne çar gor. Di sala 2018an de jî rufatên bi sedan serbazên din ên lîwayê, ji nav du gorên din hatibûn derxistin, ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve di sala 2014an de hatibûn kuştin.
Di meha Tebaxa sala 2014an de çekdarên DAIŞê bi rêya sê teqînên xwekujiyê, dest danîbûn ser Lîwaya 93 ya Sûriyê û derdora Reqayê girtibûn, wê demê beşek ji wan serbazan hatibûn kuştin.
Î.A