Li Sûriyê pêgeha alîgirên Îranê hat bombebarankirin
Hejmarek çavkaniyên nûçeyan li rojhilatê Sûriyê ragihandine ku pêgeheke çekdarên "nêzîkî Îranê" li devera Elbû Kemal ji aliyê "firokeyên nenas" ve hat bombebarankirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hejmarek çavkaniyên nûçeyan li rojhilatê Sûriyê ragihandine ku pêgeheke çekdarên "nêzîkî Îranê" li devera Elbû Kemal ji aliyê "firokeyên nenas" ve hat bombebarankirin.
Çalakvanên Sûriyê li medyaya civakî behsa wê yekê dikin ku dengê du teqînên bihêz hatine bihîstin. Herwiha dengê firokeyên nenas jî hatine bihîstin ku li esmanê herêmê difiriyan.
Bombebaran, vê sibê hatiye kirin û heta niha zelal nebûye ku ew firoke ser bi kîjan welatî ne.
Li ser vê mijarê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan diyar kiriye; dibe ku ew firokeyên Îsraîlê bin û ew pêgeh kirine armanc ku weke alîgirên Îranê têne nasîn û li deverên deşta Elbû Kemal û gundên rojhilatê Dêrezorê ne.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan di ragihandina rojane de behsa wê yekê dike; ji ber bombebaranê, kuştî û birîndar hene. Kuştina 16 çekdarên wê grûpa milîs hatiye piştrastkirin.
Çavkaniyên xwecihî yên li Dêrezorê jî diyar dikin; dibe ku ew êrîş ji aliyê firokeyên Îsraîlê ve hatibe kirin, çimkî ev bomebaran piştî wê yekê hat ku balafirgeha T4 bi heman şêwe hatibû bombebarankirin.
Şevê din, ajansa fermî ya Sûriyê SANA ragihandibû ku firokeyên Îsraîlê, Balafirgeha T4 a li nêzîkî bajarê Himsê bombebaran kirine û yekeyên hêzên berevaniya esmanî yên Sûriyê bersiva êrîşê dane.
Î.A