Şam: 3 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Sûriyê pêketina 63 kesan bi vîrûsa Koronayê û mirina 3 kesan bi wê vîrûsê hat ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Sûriyê pêketina 63 kesan bi vîrûsa Koronayê û mirina 3 kesan bi wê vîrûsê hat ragihandin.

Wezareta Tendirustiyê yê Sûriyê ragihand, 63 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin. Haletên hatine tomarkirin, piraniya wan li Şam û Helebê ne.

Wezaretê diyar kir jî, her 3 pêketiyên bi Koronayê canê xwe ji dest dane, li Şamê ne.

Bi vî awayî, heta niha li Sûriyê hejmara pêketiyên Koronayê gihîştiye 3 hezar û 104 kesan, ji wan 130 kesan canê xwe ji dest dane.

Berî çend rojan jî Rêxistina (HRW) di raportekê de ragihand, amarên ku hikûmeta Sûriyê derbarê belavbûna vîrûsa Koronayê de belav dike ne rast in û hejmara kesên bi vîrûsê canê xwe ji dest dane, ji yên hatine ragihandin zêdetir e.

HRW rexne li hikûmeta Sûriyê girt û got, hikûmeta Sûriyê tîmên xwe yên bijîşkî naparêze û heta niha 33 bijîşk û karmendên tendirustiyê bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

 

S. B