Li Sûriyê pêketina 58 kesan bi koronayê hat ragihandin
Li Sûriyê pêketina 58 kesan bi vîrûsa koronayê (Covid-19) û mirina 3 kesan bi vê vîrûsê hat ragihandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Sûriyê pêketina 58 kesan bi vîrûsa koronayê (Covid-19) û mirina 3 kesan bi vê vîrûsê hat ragihandin.
Wezareta Tentirustiyê ya Sûriyê ragihand ku 58 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Wezaretê eşkere kiriye ku 3 pêketiyên koronayê ku jiyana xwe ji dest dane, ji bajarên Şam û Helebê ne.
Bi vî awayî, heta niha li Sûriyê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê gihîştiye 3 hezar û 229 kesan, ji wan 744 kes baş bûne û 137 kesan jî canê xwe ji dest dane.