Korona! Herêma Kurdistanê rewşa 24 demjimêrên dawîn daxûyand
Wezareta Tendirûstî ya Herêma Kurdistanê, derheqê belavbûna koronayê de rewşa 24 demjimêrên dawîn daxûyand.
K24 - Navenda Nûçeyan: Wezareta Tendirûstî ya Herêma Kurdistanê, derheqê belavbûna koronayê de rewşa 24 demjimêrên dawîn daxûyand.
Li gor daxûyaniya fermî, di 24 demjimêrên dawîn de, testên 588 kesên din pozîtîf derketiye. 19 kesan jî canê xwe ji dest dane. Her wiha 309 kes sax bûne.
Amarên Giştî yên Vîrûsa Koronayê
Li Herêma Kurdisyanê bi giştî, 370 hezar û 595 testên koronayê hatine kirin. Encamên 35 hezar û 409 kesan pozîtîv derketiye. Yên ku sax bûne jî 22 hezar û 326 kes in. bdl