Ji ber vîrûsa Koronayê geştiyarên kelha Zêrzevanê îsal kêm in

Vîrûsa Koronayê bandoreke neyînî li ser kerta geştiyarî ya Diyarbekirê jî dike.

K24: Diyarbekir - Vîrûsa Koronayê bandoreke neyînî li ser kerta geştiyarî ya Diyarbekirê jî dike. Di sala 2019an de 450 hezar geştiyaran serdana Kelha Zêrzevanê ya ku xwedî dîrokekî 3 hezar salan e kiribûn. Lê ji ber bandora koronayê îsal 120 hezar geştiyaran serdana kelha xwedî dîrokeke nehênî kir. Parêzgerê Diyarbekirê Mûnîr Karaloglu got; armanca wan ew e ku di sala 2025an de 5 milyon geştiyar bînin Kelha Zêrzevanê. Serpereştê Xebatên Kolyarnasiyê Dr. Aytaç Coşkun jî got; wekî perestgeha ola veşartî Mîtras, ew çaverê ne ku her sal nehêniyekê din keşf bikin.

Kelha Zêrzevanê ku xwedî dîrokeke 3 hezar salan e, leşkergeha rohjilat ya Împeretoriya Romayê bû.  Di xebatên kolyarnasiyê de derket holê ku yek ji perestgehên ola nehênî ya Mîtras jî li vê kelhê ye. Ji ber keşfkirina vê perestgehê her sal bi hezaran geştiyarên xwecihî û biyanî ji çar aliyên welêt û cîhanê serdana kelhê dikin. Parêzgerê Diyarbekirê Mûnîr Karaloglu li gel berpirsên qada geştiyariya bajêr serdana kelha dîrokî kirin. Karaloglu got; ew dixebitin ku sala 2022an bibe sala Kelha Zêrzevanê.

Parêzgerê Diyarbekirê Mûnîr Karaloglu got: "Ji bo danasîna Kelha Zêrzevanê em dê xebatên xwe berfirehtir bikin. Dê Wezareta Teknolojî û Pîşesaziyê bi TUBÎTAKê re li Kelha Zêrzevanê çalakiya temaşekirina asîmanan li dar bixe. Em dê heta 2025an li navxwe û navdewletî bixebitin da ku em bikaribin di sala 2025an de 5 milyon geştiyar bînin Kelha Zêrzevanê. Bi vê yekê em çaverêne aboriya geştiyarî ya Diyarbekir û Mêrdîn jî geştir bibe."

Kelha Zêrzevanê bi keşifkirina perestgeha ola nehênî Mîtrasê di rojeva cîhanê de jî cihê girt. Her wiha endamên malbatên ku di cîhanê xwe xwedî bandor in serdana Kelha Zêrzevanê dikin. Serokê Beşa Kolyarnasiyê li Zanîngeha Dîcleyê Dr. Aytaç Coşkun got; wan hêvî dikir ku di sala 2020an de milyonek geştiyar serdana kelhê bikin; lê belê ji ber bandora vîrûsa koronayê îsal 120 hezar geştiyaran serdana kelhê kirine.

Dr. Aytaç Coşkun ji K24ê re got: "Di sala 2019an de 450 hezar geştiyaran seredana Zêrzevanê kirin û ji van 70 hezar geştiyarên biyanî bûn. Heger ne ji ber vîrûsa koronayê bûya em çaverêyî milyonek geştiyar bûn. Lê belê tevî nexweşiyê jî heta niha 120 hezar geşyaran serdana vir kirin û heta dawiyê salê jî em çaverê ne ku ev hejmar bigihe 350 hezar geştiyar."

Li ser Kelha Zêrzevanê di sala 2014an de xebatên kolyariyê dest pê kirin lê bi dîtina berhemên dîrokî û nehênî ev der bû herêmeke geştiyarî. Kelha Zêrzevanê û Perestgeha Mîtras di sala 2020an de di nav Lîsteya Demkî Ya Mîrateyên Cîhanî ya UNESCO'yê de cih girt lê ji bo ku di nav lîsteya daîmî de cih bigre xebat berdewam in.