Rapirsî: Dengdêrên HDPê ji bo kurdan statu dixwazin
Li gorî rapirsiyê hilbijartinek çêbe %63ê dengdêran dengê xwe didin HDPê û pirsgirêka herî girîng, pirsa kurd e.
K24 – Navenda Nûçeyan: Ji aliyê Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk Ên Qadê ve derbarê helwesta dengdêrên 13 bajarên bakurê Kurdistanê de rapirsiyek hat amadekirin. Li gorî rapirsiyê hilbijartinek çêbe %63ê dengdêran dengê xwe didin HDPê, %9.8 deng bi kar naynin, %9.4 jî dengê xwe didin Ak Partiyê. Li gorî beşdaran, pirsgirêka herî girîng pirsa kurd e û çareserî jî xwedî statubûna kurdan e.
Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk Ên Qadê li 13 bajarên bakurê Kurdistanê rapirsiyek bi beşdariya 918 kesan pêk anî. Li gorî rapirsiyê ji beşdaran hatiye pirsin ku heke vê Şemiyê hilbijartinek çene hunê denge xwe bidin kîjan patiye? %63ê dengdêran dengê xwe didin HDPê, %9.8 deng bi kar naynin, %9.4 jî dengê xwe didin Ak Partiyê. Dîsa tê pirsîn ku pirsgirêka herî girîng çi ye û %45 dibêjin pirsa kurd e û %27 jî dibêjin pirsa aboriyê ye.
Gerînendeyê Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk Ên Qadê Sabrî Kiliç balê dikêşe ku dengdêrên HDPê bo çareseriya pirsa Kurd di wê baweriyê de ne ku divê Kurd bibin xwedî statu.
Sabrî Kiliç ji K24ê re got: "Dengdêrên HDPê bo çareseriya pirsgirêka kurd di rêza pêş de xweseriyê dixwazin, di rêza duyem de jî vegera pêvajoya çareseriyê dixwazin. Ya balkêş ew e ku berê di tabloya giştî pirsgirêka sereke aborî bû ya duyem pirsa Kurd bu, niha ya sereke wek pirsa Kurd tê destnîşankirin."
Çavdêrên siyasî û lêkolîner di wê baweriyê de ne ku heke hijmara bajaran zêdetir bibe dê encamên cuda jî derkevin holê. Parlementerê berê û Cîgirê Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê Sedat Yurtdaş dibêje bo Kurdan pirsgirêka girîng pirsa kurd e lê bo rojavayê Tirkiyeyê jî ya herî girîng rewşa aboriyê ye.
Sedat Yurtdaş dibêje: "Ya balkêş ew e ku derdora %10 dibêjin ew ê deng bi kar neynin. Ev nayê wê wateyê ku ew kes ne polîtîkayê naşopînin. Berûvajiyê wê gellek hestiyar in. Ya din jî min li çend rapirsiyên din nêrî li rapirsiyên rojavayê Tirkiyeyê de pirsgirêka girîng wek aborî tê dîtin. Lê Kur dli ser birînên xwe dinalin. Her çiqas baoriyê zirar dabe Kurdan jî kurd berî her tiştî çareseriya pirsa Kurd dixwazin."
Xaleke din a balkêş ya rapirsiyê jî ew e ku %17ê beşdaran bo çareseriya pirsa Kurd dibêjin CHP ne ji dil e, %15 baweriyê pê naynin, %12 dibêjin derew e, %8 dibêjin divê gavên berceste hebin. Her wiha %50yê dengdêrên Ak Partiyê jî wek pirsgirêka herî girîng rewşa aboriyê nîşan didin.