Tirkiye keştîya lêgerîna gaz û petrolê ji deryaya Naverast vekişand

Tirkiye keştîya lêgerîna gaz û petrolê Oruç Reîs ji deryaya Naverast vekişand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiye keştîya lêgerîna gaz û petrolê Oruç Reîs ji deryaya Naverast vekişand. Yûnan jî pêşwazî li vekişandinê kir.

Bi navbênkariyê NATOyê, di navbera şandên serbazî yên Tirkiye û Yûnanê de danûstandin destpê kir.

Tirkiye, di çarçoveya destpêkirina danûstandinan de, keştîya lêgerîna gaz û petrolê Oruç Reîs ji deryaya Naverast vekişand Bendera Antalyayê.

Berdevkê Hikûmeta Yûnanê jî, gava Tirkiyeyê bi erênî pêşwazî kir û got, ji bo nirxandineke berfireh ewê li benda gavên nû bin.

Li gor biryara Tirkiyeyê, diviyabû keştiya Oruç Reîs heta 25'ê Îlonê li devera Qibrisê lêgerîna gaz û petrolê kiriba. Medya Tirkiyeyê vekişandina keştiyê wek navbereke biçûk bi nav dike.

Pêwendiyên navbera Yûnan û  Tirkiyê ji ber nakokiyên li ser rojhilatê deryaya Spî di van çend hefteyên dawî de aloziyeke mezin li pey xwe aniye, bi taybetî jî piştî wê yekê ku Tirkiye keştiya Oruç Reis bi mebesta lêgerîna gaz û petrolê şandibû deryaya Spî. Yûnanê jî wê herêmê weke beşek ji qeraxên ava xwe dibîne.

S. B