Hevserokên HDP'ê serdana Demîrtaş dikin

Hevserokên HDPê serdana hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş li zîndana Edîrneyê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokên HDPê serdana hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş li zîndana Edîrneyê kir.

Nivîsîngeha HDPê ya Rojnamevaniyê da xuyakirin, Hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Mîthet Sancar çûn Zîndana Edîrneyê û bi Selahedîn Demîrtaş re hevdîtin kir.

HDPê da zanîn, hevserokan bi Demîrtaş re pêşhatên dawî yên siyasî û mijarên girîng ên siyaseta Tirkiyeyê gotûbêj kirine.

Tê payîn, Hevserokên HDPê, Pervîn Buldan û Mîthet Sancar li pêş zîndana Edîrneyê, demjimêr 15:30 daxuyaniya rojnamevanî bidin û naveroka hevdîtinê aşkera bikin.

Hevserokê HDPê yê berê Selahedîn Demîrtaş çar sal in di zîndanê de ye û beriya çend rojan ji bo dirustkirina hevpeymaniya demokrasî, bang li hemû dijbereya Tirkiyeyê kiribû.

S. B