Li Tirkiyê 57 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa Koronayê 57 kesan canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa Koronayê 57 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 13ê Îlonê yên vîrûsa Koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de 1527 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine.

Herwiha di 24 demjimêran de 1102 kes baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê bi Koronayê ketine gihîşt 291 hezar 162 kesan û hejmara kesên canê xwe ji dest dane gihîşt 7 hezar û 56 kesan.

S. B