Li Tirkiyê ji ber koronayê 67 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 67 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 7 hezar û 186 kesan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 67 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 7 hezar û 186 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 15ê Îlonê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1742 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 294 hezar û 620 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 1202 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 261 hezar û 260 kesan.
Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Hejmara nexweşên me jî, hejmara nexweşên me yên giran jî zêde dibin. Miriyên me dilê me dişewitînin. Hejmara başbûyên me, tenê bi tedbîran dikarin hejmara windahiyên me derbas bibin. Eger em di têkoşînê de hêza xwe bikin yek, em dikarin vîrûsê têk bibin.”