"Her ku diçe Tirkiye ji Yekîtiya Ewropayê dûr dikeve"
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen ragihand; tevî ku ji aliyê erdnîgariyê ve em nêzîkî hev in, lê valahiya navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê her ku diçe zêdetir dibe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen ragihand; tevî ku ji aliyê erdnîgariyê ve em nêzîkî hev in, lê valahiya navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê her ku diçe zêdetir dibe û ji hev dûr dikevin.
Ursula von der Leyen di axaftina xwe ya salane de ku li ser pêkhatina Yekîtiya Ewropayê bû, îro çarşemê li ber Parlementoya Ewropayê pêşkêş kir û behsa mijarên li ser aborî, jîngeh, tendirustî, enerjî û peywendiyên derve yên Yekîtiya Ewropayê kir.
Di vê çarçoveyê de Ursula von der Leyen diyar kir: “Tirkiyê di van demên dawî de bi milyonan penaber wergirtine. Bi her hal ti hincetek tine bo Enqere hewl bide cîranên xwe stûxwar bike. Em wan han didin ku hemahengiyeke bêkêmasî hebe di navbera Atîna û Qibrisê de ji bo parastina berjewendiyên xwe yên hevbeş.”