Li Tirkiyê amarên herî dawî yên koronayê

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 62 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 7 hezar û 377 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 62 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 7 hezar û 377 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 18ê Îlonê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1771 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 299 hezar û 810 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1060 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 264 hezar û 805 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Bi giştî hejmara kesên ku bi vê nexweşiyê ketine nêzîkî 300.000 bû. Îro me 62 can ji dest dan. Têkoşîna li dijî nexweşiyê, bi pêkvebûna têkoşîna bi tedbîran mimkun e. Em bi hev re têkoşînê bikin. Berpirsyariya me ew e ku em barê li ser milê karmendên me yên tendirustiyê kêm bikin.”