Li Tirkiyê 61 kesên din Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê 61 kesan canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê 61 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 1 hezar û 519 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 61 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane.

Bi vî awayî, hejmara pêketiyên Koronayê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê gihiştiye 299 hezar û 810 kesan. Herwiha hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 7 hezar û 377 kesan.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, di 24 demjimêran de 1 hezar û 60 kesî baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 264 hezar û 805 kesan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Îro hejmara nexweşên me yên rewşgiran gihişt 1456an. Herçiqas zêdebûna hejmarê hêdî bûbe jî, heta ew hejmar kêm nebe, em aram nabin.”