Li Tirkiyê 1743 kesên din bi koronayê ketin
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 68 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 7 hezar û 574 kesan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 68 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 7 hezar û 574 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 18ê Îlonê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1743 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 304 hezar û 610 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 1202 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 268 hezar û 435 kesan.
Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Îro 1.743 nexweşên nû hatin tomarkirin. 68 kesên me dilê me şewitandin. Hejmara nexweşên me yên giran gihişt 1500 kesî. Ji bo ku xebatkarên me yên tendirustiyê bikarin bi dil û can xebatên xwe bidomînin, divê em barê wan sivik bikin. Ev jî tenê bi pabendbûna tedbîran pêk tê.”