Li Tirkiyê 65 kes ji ber koronayê mirin
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 65 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 7 hezar û 639 kesan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 65 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 7 hezar û 639 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 22ê Îlonê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1692 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 306 hezar û 302 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 1261 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 269 hezar û 696 kesan.
Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Hejmara nexweşên me yên giran gihişt 1.522yan. Daketina rêjeya zatureyê didome. Îro 1.692 nexweşên me yên nû hene. Bi pabendbûna tedbîran, em alîkariya xebatkarên tendirustiyê bikin, ku bi roj û şev ji bo me dixebitin. Em ê bi hev re bi ser bikevin.”