Ji ber lêpirsîna Kobanî biryara girtina 82 endamên HDPê hat dayîn
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna Kobanî de, Ayhan Bîlgen, Nazmî Gur, Sirrî Sureya Onder jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna Kobanî de, Hevserokê Şaredariya Qersê Ayhan Bîlgen, Berpirsê Têkiliyên Derve yê HDPê Nazmî Gur, parlamenterê berê û endamê komîteya îmralî Sirrî Sureya Onder jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin.
Hat ragihandin ku biryara girtina 82 endam û rêveberên HDPê hatiye dayîn û polîsên Tirkiyê bi ser malên endamên HDPê operasyonan encam dide.
Li gor agahiyên destpêkê, heta niha kesên ku hatine desteserkirin ev in; Hevserokê Şaredariya Qersê Ayhan Bîlgen, Endamê RTÛKê yê HDPê Ali Urkut, Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDPê Nazmi Gur, Endamê berê yê MYKê Can Memiş, parlamenterê berê yê HDP û endamê heyeta Îmralî Sirri Sureyya Onder, Berfîn Kose, Alp Altinors, Gulfer Akkaya, Bîrcan Yorulmaz û Gûnay Kubîlay.
Herwiha Parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ew li mala xwe ya li Diyarbekirê hatiye binçavkirin û wî dibin Enqereyê.
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, di çarçoveya lêpirsîneke çalakiyên Kobanî de ku di 5-6ê Cotmeha 2014an de pêk hatin, li 7 bajaran biryara girtina 82 kesan da.