Li Kerkûkê du endamên DAIŞê hatin desteserkirin
Du endamên şaneyeke rêxistina DAIŞê li Kerkûkê hatin desteserkirin. Herwiha sînorên ligel Sûriyê jî têne tundkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Du endamên şaneyeke rêxistina DAIŞê li Kerkûkê hatin desteserkirin. Herwiha sînorên ligel Sûriyê jî têne tundkirin.
Berdevkê Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdarî yên Iraqê Yehya Resûl ragihand ku 24 demjimêr piştî desteserkirina endamekî şaneyeke rêxistina DAIŞê li Kerkûkê, endamekî din ê wê şaneyê jî hat desteserkirin.
Yehya Resûl herwiha eşkere kir ku li ser raspardeyên Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdaran, biryara tundkirina deverên sînorî yên ligel Sûriyê hat dayîn, bi rêya zêdekirina tawer û kamerayên çavdêriyê û çêkirina dîwar bi dirêjahiya xeta sînor.