Li Tirkiyê 65 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa Koronayê 65 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa Koronayê 65 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê ragihand, li Tirkiye di 24 demjimêrên borî de 1412 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 71 kesan canê xwe ji dest dane.

Bi vî awayî, hejmara nexweşên Koronayê li Tirkiyê gihiştiye 315 hezar û 845 kesan û 8 hezar û 62 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Herwiha di 24 demjimêran de 1422 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 277 hezar û 52 kesan.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fehrettin Koca ragihand, piştî demeke dirêj careke din hejmara nexweşên rehetbûyî ji hejmara nexweşên nû zêdetir bû.