Çavuşoglu: Em dixwazin êdî mijara Azerbaycanê bi temamî çareser bikin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand: “Em weke gelê Tirk, em her dem li kêleka gelê Azerbaycanê ne. Em li meydanê û li ser maseya gotûbêjan li cem Azerbaycanê ne.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Mevlut Çavuşloglu, Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand: “Em weke gelê Tirk, em her dem li kêleka gelê Azerbaycanê ne. Em li meydanê û li ser maseya gotûbêjan li cem Azerbaycanê ne.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê serdana Balyozê Azerbaycanê yê li Enqerê Hazar Îbrahîm kir.

Mevlut Çavuşoglu li Balyozxaneya Azerbaycanê got: “Bi rastî çareseriya vê kêşeyê hêsan e. Tenê çareseriyek heye. Divê Ermenistan ji axa Azerbaycan ku dagir kiriye, vekişe. Heta ku venekişe, ev kêşe çareser nabe.”

Çavuşoglu herwiha got: “Em weke gelê Tirk, her dem li kêleka gelê Azerbaycanê ne. Em li meydanê û li ser maseya gotûbêjan li cem Azerbaycanê ne. Em dixwazin êdî vê mijarê bi temamî çareser bikin. Em vê kêşeyê çareser bikin, da ku axa dagirkirî ya Azerbaycanê rizgar bibe.