Rûstem Bakoyan: Tirkiye bi sûretê serbazên Azerbaycanê li dijî me şer dike

Parlementerê Kurd ê li Parlementoya Ermenistanê Rûstem Bakoyan ragihand: “Eskerên Tirkiyê bi sûretê eskerên Azerbaycanê li hember Ermenistanê şer dikin.”

 

Hewlêr (K24) - Parlementerê Kurd ê li Parlementoya Ermenistanê Rûstem Bakoyan ragihand: “Eskerên Tirkiyê bi sûretê eskerên Azerbaycanê li hember Ermenistanê şer dikin.”

Rûstem Bakoyan ji Erîvanê beşdarî bultena Kurdistan24ê bû û li ser rewşa herî dawî ya şerê navbera Ermenistan û Azerbaycanê yê li herêma Qerebaxê axivî.

Bakoyan eşkere kir: “Rewşa şer gelek giran e. Ev sê roj in li Ermenistanê sivîl jî hatine kuştin. Azerbaycan ji aliyê xwe ve, li bajaran dixe, li gundan dixe, bombebaran dike. Vê gavê jî li ser sînor û nêzîkî sînor jî, Azerbaycan êrîşî sivîlan dike, bombebaran dike. Şer di van sê rojan de nesekiniye, sê roj in berdewam e û di van her sê rojan de rewş roj bi roj girantir dibe.”

Rûstem Bakoyan li ser awayê beşdariya Tirkiyê di vî şerî de got: “Bi rastî eskerên Tirkiyê jî bi sûretê eskerên Azerbaycanê li hember Ermenistanê şer dikin. Ji Sûriyê jî gelek terorîst anîne Azerbaycanê. Divê em bibêjin Ermenistan ne bi tenê li ber Azerbaycanê şer dike, vê gavê Ermenistan li hember Tirkiyê şer dike.

Bakoyan destnîşan kir: “Tirkiye jî ji aliyê xwe ve, ji Lîbyayê û ji Sûriyê gelek terorîstên DAIŞ û terorîstên opozîsyona Sûriyê anîne vê derê ligel xwe dikin nav şer. Ji vî alî ve divê em bibêjin şer di navbera Ermenistan û Tirkiyê de ye. Eger şer di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de bûya, gelek caran Ermenistanê daye îsbatkirin ku dema Ermenistan û Azerbaycan şer dikin, eskerên Azerbaycanê gelek bilez paşve vedikişin û paşve direvin. Îcar em dibînin nexşeke din û sûretê Tirkiyê kişf dibe di vî şerî de.”

Parlementerê Kurd ê li Parlementoya Ermenistanê Rûstem Bakoyan diyar kir: “Ermenistan li ser axa xwe ye. Nagorno-Qerebax erdê Ermenistanê ye, merama Tirkiyê pir dûr diçe. Tirkiye dixwaze li vê axê qeweta xwe zêde bike û ew alîkariya birayê xwe yê Tirk; Azerbaycanê dike ku ew bikarin li Ermenistanê jî pirsgirêk çêbikin û pareke erdê Ermenistanê ji destê Ermeniyan bigrin. Lê ev ne normal e û nayê qebûlkirin ji aliyê miletên navnetewî jî, ji aliyê dewletên navnetewî jî û divê her welatek, civaka navdewletî jî êrîşên Azerbaycanê ku sûretê Tirkiyê ye, sûcdar bike û rojeke zû hemû xebatan bike, ku vî şerî bidin sekinandin.”