Li Stenbolê 13 bergûmanên DAIŞê hatin binçavkirin
– Li Stenbolê, bi tometa endamtiya DAIŞê, 13 kesên biyanî hatin binçavkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Stenbolê, bi tometa endamtiya DAIŞê, 13 kesên biyanî hatin binçavkirin.
Li gor nûçeyên medyaya Tirkiyeyê, hejmareke zêde çekdarên biyanî yên DAIŞê ku li Sûriyê û Iraqê tevlî şer û pevçûnan bûne derbasî Tirkiyê bûne û amadekariya çalakiyan dikin.
Hêzên Dijeterorê di çarçoveya lêpirsînê de, li 16 navçeyên Stenbolê operasyon encam dan û hemû biyanî 13 kes binçav kirin.
Li gor agahiyan, di operasyonê de, hejmarek dokumentên rêxistinî jî hatine desteserkirin.