Tirkiye tekeziyê ser piştgiriya ji Azerbaycanê re dike

Piştî derketina şerê di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de, Tirkiyê piştevaniya xwe ya bo Azerbaycanê ragihand.

Enqere (K24) – Demeke kurt piştî rûdana şerê di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê, Tirkiyê piştevaniya xwe ya bo Azerbaycanê ragihand. Rûsya û Îran jî banga diyalogê ji bo aliyên rageşiyê dikin. Helwêsta ev 3 dewletên 'di çarçoveya dînamîkên vî şerî de girîng', li gorî şarezayên babetê, wêneyeke wek proseya Astanayê derxistin holê.

Rageşiya di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de, ya ku bi salan e berdewam e, di 12ê Meha Tîrmehê de ji xwe sînyalên alozbûnê nîşan dabûn. Roja yekşemê jî bi rûdana şereke xurt di navbera du aliyan de gihişte asta kêşeyeke navdewletî. Demeke kurt piştî destpêkirina şer, Tirkiyê piştgiriya xwe bo Azerbeycanê ragihand û Tirkiye li deverê bû aliyeke şerek din yeke nû. Şarezayên babetê helwêsta Tirkiyê û dewletên din yên têkildar wiha dinirxînin.

Şîrovekarê Siyasî Prof. Hasan Oktay ji K24ê re got: “Rewşeke wekî proseya Astanayê derket holê, Tirkiye piştgiriya aliyekê, ya Azerbaycanê dike. Rûsya û Îran jî bi hev re pişrtgiriya aliyeke din, ya Ermenîstanê dikin. Bi temamî helwêstên endamên Astanayê weke li Sûriyê be, lê belê vê carê qada şer guheriye.”

Aliyeke din yeke rageşiyê jî eve ku piştevaniya aliyên cuda di qadeke nû de dê bandoreke çawa dane li ser têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê? Şarezayên babetê wiha dibêjin.

Şîrovekarê Siyasî Dr. Kadir Ertaç Çelîk dibêje: “Wek andamek NATOyê Tirkiye, bo Rûsyayê gelek girîng e. Kêşeyek di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de jî bêyî lihevkirina Tirkiye û Rûsyayê nikare were çareserkirin. Rûsya jî vê yeke dizane ku demeke kurt piştî rûdana şer dest bi danûstandinên bi Tirkiyê re kirin.”

Beşek ji şarezayên babetê jî ev qas pêbawer nînin ku dê Rûsya ji sedî sed dê piştgiriya Ermenîstanê bike. Ji ber ku Serokwezîrê Ermenîstanê yê niha Nîkola Paşînyan di sala 2018an bi avayekî ne li ser dile Rûsyayê hatibû ser kar, û her wiha Pûtîn û Paşînyan di warê bazirganiyê de jî gelek caran nikarin li hev bikin.