Li Tirkiyê amarên herî dawî yên koronayê
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 65 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 8 hezar û 195 kesan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 65 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 8 hezar û 195 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 30yê Îlonê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1391 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 318 hezar û 663 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 1245 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 279 hezar û 749 kesan.