Lêpirsîna Kobanî: 17 kes hatin girtin

Serdozgeriya Komarî ya Enqerê ragihand ku li ser "lêpirsîna çalakiyên Kobanî" ku 20 kes hatibûn binçavkirin, ji wan 17 kes hatin girtin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serdozgeriya Komarî ya Enqerê ragihand ku li ser "lêpirsîna çalakiyên Kobanî" ku 20 kes hatibûn binçavkirin, ji wan 17 kes hatin girtin.

20 kesên ku piştî rêkarên li Rêveberiya Ewlehiyê ya Enqerê bo dadgehê hatin veguhestin, îfade dan dozgerê komarî.

Dozger bi daxwaza girtina 20 kesan, ew veguhestin dadgehê û li ser Nazmi Gur, Ayla Akat Ata, Emine Ayna, Emine Beyza Ustun, Bircan Yorulmaz, Bulent Barmaksız, Can Memiş, Dilek Yaglı, Gunay Kubilay, Zeki Çelik, Ali Urkut, Pervin Oduncu, Alp Altınors, Berfin Ozgu Kose, Cihan Erdal, Ayhan Bilgen û Îsmail Şengun biryara girtinê hat dayîn.

Sirri Sureyya Onder, Altan Tan û Gulfer Akkaya jî bi mercê kontrola dadî, hatin berdan.