Pirtûka êmanet piştî 48 salan vegerand; 8 hezar sterlin ciza!

Li Brîtanya kesekê berî 48 salan pirtûkek ji pirtûkxaneyê bi êmanet wergirtibû. Piştî 48 salan pirtûk vegerand. Sizayê 48 salan 8 hezar Sterlîn (10300 dolar) hat diyarkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Brîtanya kesekê berî 48 salan 2 pirtûk ji pirtûkxaneyê bi êmanet wergirtibû. Piştî 48 salan pirtûk vegerandin. Sizayê 48 salan 8 hezar Sterlîn (10 hezar û 300 dolar) hat diyarkirin.

Kesekê ji pirtûkxaneyê pirtûka bi navê "Thomas the Tank Engine" û "Learning in Colours" bi êmanet wergirtin. Lêbelê piştî 48 salan vegerandin.

Wî kesî bi îmzaya (vajo) Andy notek nivîsî û li gel pirtûkê teslîmî pirtûkxaneyê kir. Dê wê notê de gotiye, "1972'ê dema ez zarok me barkiribû bo Basingtokeyê. Ji ber ku pirtûk venegerand daxwaza lêborînê dikim."

Şaredariya Hampshire anîna pirtûkê wekî "nîşana hişmendiyeke baş" qebûl kir û cizayê derengmayînê jê wernegirt.

Fly Erbil Advertisment