Li Tirkiyê 59 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê 59 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê 59 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de, 59 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan û hejmara kesên bi wê vîrûsê mirine, gihîştiye 8 hezar û 384 kesan.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye di 24 demjimêrên bûrî de 1 hezar û 502 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 323 hezar û 14 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 1 hezar û 211 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 283 hezar û 686 kesan.