Di hefteyekê de 90 çekdarên rêjîma Sûriyê û DAIŞê hatin kuştin
di şer û pevçûnên hefteyekê de, 90 çekdarên rêjîma Sûriyê û DAIŞê di hefteyekê de li beyabana Sûriyê hatin kuştin.
Navenda Nûçeyan (K24) – di şer û pevçûnên hefteyekê de, 90 çekdarên rêjîma Sûriyê û DAIŞê di hefteyekê de li beyabana Sûriyê hatin kuştin.
Ji destpêka meha Îlona bûrî ve, bi piştevaniya firokeyên Rûsî, artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi wê ve dest bi operasyoneke leşkerî kirine. Şer û pevçûnên tund di navbera wan û çekdarên DAIŞê de derdikevin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şer û pevçûn di navbera her du aliyan de li sêkoşeya Heleb – Hema – Reqa de derdikevin.
Diyar kir jî, ji destpêka meha Cotmehê ve û di şer û pevçûnan de û bi taybet di encama bombebarana firokeyên Rûsî de, 49 çekdarên DAIŞê hatine kuştin. Herwiha 41 çekdarên rêjîmê û mîlîşyayên li aliyê wê şer dikin jî hatine kuştin.