Rûsya, Azerbaycan û Ermenistan li ser mijara Qerebaxê dicivin
Ji bo çareserkirina mijara herêma Qerebaxê, bi navbeynkariya Rûsyayê, Ermenistan û Azerbaycan li Moskowê dicivin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo çareserkirina mijara herêma Qerebaxê, bi navbeynkariya Rûsyayê, Ermenistan û Azerbaycan li Moskowê dicivin.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Tirkiyê AA, wezîrên derve yên her sê welatên Rûsya, Azerbaycan û Ermenistanê, dê li Moskowê çareserkirina mijara herêma Qerebaxê gotûbêj bikin.
Li ser vê mijarê, Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev ragihand ku ew derfeta dawî didin Ermenistanê ku pirsgirêk bi awayekî aştiyane were çareserkirin.
Îlham Aliyev amaje bi wê yekê jî kir ku di her rewşekê de ew dê axa xwe vegerînin.
Ev di demekê de ye ku hê jî li herêma Nagorno-Qerebaxê şer berdewam e.