Agirê bi daristanên Sûriyê ketiye hat kontrolkirin

Agirê bi daristanên Laziqiye, Tertûs Humsê ketiye hat kontrolkirin. Di encamê de hejmarek kesan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Agirê bi daristanên Laziqiye, Tertûs û Humsê ketiye hat kontrolkirin. Di encamê de hejmarek kesan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Ji berbanga roja Îna bûrî 9ê Cotmehê ve agir bi daristanên parêzgehên Laziqiye, Tertûs û Humisê ketiye û bi sedan Hiktar dar û daristan şewitîne.

Wezîrê Çandiniyê yê Sûriyê Mihemed Hesan Qetna ragihand, hemû agir hatin kontrolkirin.

Wezîrê Çandiniyê yê Sûriyê diyar kir jî, 96 şewat li Laziqiye, 49 şewat li Tertûsê û 12 şewat li Humisê hatine tomarkirin.

Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî, di encama vêketina agir de, 4 kesan cane xwe ji dest dan û 8 kes jî tûşî bihntengiyê bûn.

Herwiha nêzîkî 150 gundî li wan her sê parêzgehan ziyan dîtine û hejmarek gundi jî vala bûne.