Lavrov: Divê qeyrana Qerebaxê bilez were çareserkirin

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand; divê ji bo çareserkirina qeyrana herêma Nagorno-Qerebaxê lez bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand; divê ji bo çareserkirina qeyrana herêma Nagorno-Qerebaxê lez bikin û divê ev mijar bi rêya danûstandinan were çareserkirin.

Sergey Lavrov ligel hevtayê xwe yê Ermenistanê di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de ragihand: “Rast e, zehmet e ku hemû kêşe di carekê de werin çaresekirin. Em fêm dikin. Divê pêvajoyeke çareserî were holê.”

Lavrov diyar kir: “Moskow li ser wê yekê rijd e ku her du aliyên nakok li ser herêma Nagorno-Qerebaxê pabendî wê rêkeftinê bibin ku roja şemiya destpêka vê hefteyê li Moskowê îmze kirin.”

Wezîrê Derve yê Ermenistanê Zuhrab Minaskanyan jî ragihand: “Erîvan di wê baweriyê de ye ku heta agirbesteke rasteqîn li herêmê neyê ragihandin û hêzên Azerî pê pabend nebin, ti pêşketinek nayê bidestxistin.”