Platform: Bila di kar û barên olî de zimanê kurdî jî were bikaranîn

Platforma Zimanê Kurdî: Li gorî pîvanên Îslamê mafê kurdan e bi zımanê xwe xizmetê bistînîn.

Diyarbekir (K24) Platforma Zimanê Kurdî bi bangewaziyekê daxwaz ji Serokatiya Kar û Barên Olî Ya Tirkiyeyê kir ku di kar û barên olî de zimanê Kurdî jî were bikaranîn. Platforma Zimanê Kurdî di bangewaziyê de dibêje li Tirkiyeyê derdora 30 milyonî Kurd hene û divê Kurd bi zimanê xwe derbarê ola xwe de xizmetê bistînin.

Derbarê bikaranîna zimanê Kurdî de Platforma Zimanê Kurdî gaveke nû avêt.

Platforma Zimanê Kurdî daxwaz ji Serokatiya Kar û barên Olî Ya Tirkiyeyê dike ku di kar û xizmetên olî de zimanê Kurdî jî were bikaranîn.

Platform ji Qurana pîroz bi çend ayetan mînakan dide û dibêje li gorî pîvanên îslamî mafê Kurdan heye ku ola bi zimanê xwe binasin û ximzetê jî bi zimanê xwe bistînin.

Di bangewaziyê de tê gotin ku li Tirkiyeyê derdora 30 milyonî Kurd hene lê di kar û barên olî de û di xizmetên olî de zimanê wan nayê bikaranîn.

Tê amajekirin ku gelek kurdên dibistan nexwendine ji bilî zimanê xwe zimaneke din nizanin û mafê wan e k udi mizgeftan de û her wiha di qadên din de bi zimanê xwe xizmetê bistînin.

Bangewazî bi rêya maîlê jî ji Serokatiya Kar û Barên Olî Ya Tirkiyeyê re hatiye rêkirin û çaverêyî bersiveke erênî ne.