Egera operasyonek nû li hember Rojava tê nîqaşkirin

Çavdêr û lêkolînerên Bakurê Kurdistanê jî dibêjin di serdema pandemî û qeyrana aboriyê de operasyoneke nû were li darxistin, dê Tirkiye nekaribe ji bin derbikeve.

 

Diyarbekir (K24) – Piştî ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan amaje kir ku eger sozên ku bo wan hatîn dayîn neyên cîbicîkirin ew ê operasyoneke nû bo Rojava li dar bixin. Çavdêr û lêkolînerên Bakurê Kurdistanê jî dibêjin di serdema pandemî û qeyrana aboriyê de operasyoneke nû were li darxistin, dê Tirkiye nekaribe ji bin derbikeve.

Piştî ku salek ji ser operasyona hember Rojavayê Kurdistanê derbas bû, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan balê dikêşe ser operasyoneke nû. Serokomar amaje dike ku eger sozên ku bo wan hatine dayîn neyên cîbicîkirin ew ê operasyoneke nû li dar bixin. Qesta Erdogan ew e ku dibêje YPG girêdayî PKKê ye û divê hêzên wê ji Rojava derbikevin. Şîrovekarên Bakurê Kurdistanê jî dibêjin li gel qeyrana aborî û pandemiyê Tirkiye tiştek wisa bike dê nekaribe ji bin derbikeve. Şîrovekar Newzat Bîngol di wê baweriyê de ye ku piştî hilbijartina Amerîkayê dê li Rojava û Îdlîbê şer gurr û desthilata Tirkiye dixwaze beriya vê yekê operasyonekê li dar bixe da ku bo siyaseta navxweyî bike ji xwe re bi kar bîne.

Şîrovekar Newzat Bîngol ji K24ê re got: "Ji ber ku desthilat di hundir de ketiye tengasiyê dixwaze pêla netewperestiyê bilind bike û ji bo ku pirsgirêkan bide ji bîrkirin dibe ku operasyonê li dar bixe. Her wiha Rusya dixwaze Tirkiyeyê ji Îdlîbê derbixe û Frense û Amerîka jî li dijî hebuna Tirkiyeyê ya li Rojava ye. Piştî hilbijartinên Emerîkayê dê li van deveran şer gurr bibe. Tirkiye jî vê yekê dizane û dixwaze demildest operasyonek bike. Operasyon ne îxtîmaleke dûr e."

Demek e li Rojavayê Kurdistanê bo pêkanîna yekîtiyê navbera aliyên Kurdî de hevdîtin pêk tên û pêşketin jî hatine bi dest xistin. Lêkolîner amaje dikin ku Tirkiye van hevdîtinan ji nêz ve dişopîne û balê dikêşin ku eger ew hevdîtin bi awayeke serkeftî encam bidin dê Tirkiye wek sala derbasbuyî nekaribe bi hêsanî êrîşê bibe ser Rojavayê Kurdistanê. Cîgirê Serokê Navenda Lêkolînên Civakî Ya Dîcleyê DÎTAM'ê Sedat Yurttaş dibêje lihevhatina aliyên Kurdî xweparastina hember operasyonan xurttir bike.

Lêkolîner Sedat Yûrttaş dibêje: "Hevpeymana ku di destpêkê de li Duhokê hatibu çêkirin çiqas bi cih were, wê ewqas karibin xwe biparêzin. Lihevhatin tawîzdayîn e. Çiqas zû li hev werin û yekîtiya xwe îlan bikin û xalên ku mane navbera xwe de çareser bikin ewqas wê amadetiya xwe ya xweparastina karibin bikin. Bi rastî hêviya Kurdan jî ev e. Hêviya gelê Kurd jî ev e. Êdî bese Kurdan pirr zirar dan xwe. Ji vir şun de êdî divê zirarê nedin xwe."

Herî dawî di 9ê Cotmeha 2019an de Tirkiyeyê hember Rojavayê Kurdistanê operasyonek li dar xistibu û ji ber bertekên navneteweyî operasyon dabu sekinandin. Li aliyekê Tirkiye sedema operasyonê wek hebuna PKKê li Rojava nîşan dide, li aliyekê jî beşek ji şîrovekaran jî dibêjin mebesta Tirkiyeyê ne PKK ye û Tirkiye dixwaze rê li ber xwedî statubuna Kurdan bigire.