"Siyaseta Amerîka bi guhertina serok nayê guhertin"
Hilbijartinên serokatiya Amerîka li Enqereya paytexta Tirkiyê jî ji nêz ve tê şopandin.
Enqere (K24) – Hilbijartinên serokatiya Amerîka li Enqereya paytexta Tirkiyê jî ji nêz ve tê şopandin. Welatîyên Enqerê, li ser rikberîya di navbera Donald Trump û Joe Biden de û her wiha li ser peywendiyên Tirkiye û Amerîkayê fikr û ramanên xwe ji bo K24ê anîn zimên. Li gorî beşeke welatîyan, politikaya Amerîkayê bi guherîna serokan nayê guhertin. Lê beşeke din a welatî serkeftina Trump, beşekî jî serkeftina Biden zêdetir di berjewendîya Tirkîyeyê da dibînin.
Hilbijartinên serokatîyê ya Amerîkayê wek hemû welatên cîhanê li Tirkîyeyê jî ji nêz ve tê şopandin. Li Enqereya paytexta Tirkîyeyê welatî li ser rikberîya di navbera Donald Trump û Joe Biden da û her wiha li ser peywendîyên Tirkîye û Amerîkayê fikr û ramanên xwe ji bo K24ê anîn zimên.
Li gorî beşekî welatîyan, politikaya Amerîkayê bi guherîna serokan nayê guhertin, ji loma jî hilbijartina Trump jî Biden jî wê ji bo Tirkîyeyê zêde ferq neke.
Welatî Mehmet Ogan: "Li gorî min kî biserkeve jî wê politikaya Amerîkayê neguhere. Lewra ew xwedî sîstemekê ne. Her wiha pêdivîya wan bi Tirkîyeyê heye, ji loma jî wê li hemberî me tund nebin."
Welatî Teyfîk Çakiroglu: "Li gorî min wê ji bo Tirkîyeyê ferq neke. Lewra polîtîkayekê wan ê sabît heye û li gorî berjewendîyên xwe tevdigerin. Dema Obama biserket em pir kêfxweş bûbûn, lê me dît ku ew jî li gorî wê polîtîkayê tevgerîya."
Li alîyê din hin welatî jî li ser egera hilbiajrtina Trump û Biden xwedî du nêrînên cuda ne. Li gorî beşekî ji wan serkeftina Biden wê zêdetir di berjewendîya Tirkîyeyê da be, lê belê beşekî jî dibêje serkeftina Trump wê zêdetir li gorî berjewendîyên Tirkîyeyê be.
Welatî Hesen Beg: “Li gorî min Trump biserkeve wê ji bo Tirkîyeyê bixêrtir bibe. Lewra Biden biserkeve wê li dijş me gemaroyan bisepîne û wê aborîya me zêdetir xirab bibe. Lê Trump gemaroyan cîbicih nake."
Welatî Hakan Aliye: "Niha em nizanin Biden wê çi bike, lê em dizanin ku Trump çi kirîye. Ji loma jî hilbijartina Biden wê ji bo me baştir be. Ez dixwazim Biden biserkeve."
Tirkîye û Amerîkaya ku hevpeymanê hev ê NATOyê ne xwedî peywendîyekê 60 salî ye, di van salên dawî de ji ber cudahî û nêrîna li ser politikaya Sûrîye û Rojavayê Kurdistanê û di ser da jî li ser aktîfkirina mûşekên Rûsî S-400an din av heyamekê aloz û hesas de ye.