Çavuşoglu û Akar li Baku bi Aliyev re civiyan

Piştî kontrolkirina bajarê Şûşayê, Wezîrên Derve û Berevaniyê yên Tirkiyeyê serdana Azerbaycanê kirin û Serokomarê Azerbaycanê pîroz kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî kontrolkirina bajarê Şûşayê, Wezîrên Derve û Berevaniyê yên Tirkiyeyê serdana Azerbaycanê kirin û Serokomarê Azerbaycanê pîroz kirin.

Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar, li Bakuyê bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev re hevdîtinek pêk anîn. Wezîrên Derve û Berevaniyê yên Azerbaycanê jî di hevdîtinê de amade bûn.

Çavuşoglu da xuyakirin, ji ber kontrolkirina bajarê Şûşayê ew gelek kêfxweş in û pîrozbahî li serokomar û xelkê Azerbaycanê kirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar jî da xuyakirin, Tirkiye û Azerbaycan yek milet du dewlet in û ew her tim li gel birayên xwe Tirkên Azerbaycanê ne.

Serokê Azerbeycanê Îlham Eliyev îro kontrolkirina bajarê Şûşeyê ragihand, Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê jî ew nûçe red kir.

Şerê Azerbaycan û Ermenistanê li Qerebaxê Çiyayê çil û yek roj derbas kir û hejmara kuştîyan ji her du aliyan jî hezar kes derbas kir. Her du alî hev du bi armanckirina deverên sivîl tometbar dikin. Tirkiyê jî bi berdewam piştevaniya xwe bo Azerbaycanê radigihîne.

  

Fly Erbil Advertisment